DYE’yê gefa pêkanînê li Îranê xwar

Berdevkê Qesra Spî ragihand ku ji ber piştevaniya Tehranê ya êrîşa leşkerî ya Rûsyayê ya li ser Ûkraynayê ew ê li Îranê ‘gefên pêkanînê yên zêde’ ferz bikin.

Berdevkê Qesra Spî John Kîrby roja Pêncşemê di daxuyaniyekê de got: "Em ê di rojên pêşiya me de gefên pêkanînê yên zêde li Îranê ferz bikin û eger Îran mûşekên balîstîk ji Rûsyayê re dabîn bike em amade ne ku kiryarên xwe yên li ser Îranê zêdetir bikin."

Kîrby di daxuyaniya xwe de got: "Heya niha tu agahî li ber destê me nîne ku Îranê ji Rûsyayê re mûşek şandine."

Lê belê li gorî Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Tehranê nêta teslîmatên wiha hebû.

Berdevkê Qesra Spî got: "Eger tiştekî wiha pêk were wê nerazîbûna civaka navneteweyî bilez û dijwar be."

Kîrby got: "Rûsya ji Îran û Koreya Bakur çekan distîne. Em ji piştevaniya şîrketên Çînî ya ji bo pîşesaziya parastinê ya Rûsî  bi fikar in."

Her wiha Kîrby nerazîbûn nîşan da ku Meclîsa Nûneran destûr daye ku  Ûkrayna bi tena serê xwe, xwe biparêze.

Meclisa Nûneran ev du meh in fînansekirina destpêkirina alîkariyên leşkerî yên berfireh ên DYE’yê yên ji bo Ûkraynayê hê jî red dike.