DYE'yê ambargoya li ser Qibrisê sivik kir

Rêveberiya DYE'yê di rewşeke wiha de ku rageşiya Tirkiyê û Deryaya Spî geş dibe ambargoya çekan ku ev ji 30 salî zêdetir e didomîne, sivik kir.

Wezîrê Karê Derve yê DYE'yê Mîke Pompeo ragihand ku di hevdîtinê de ya bi telefonê ku bi Serokkomarê Qibrisê Nîcos Anastasîades biryara li ser 'firotina ekîbên leşkerî yên ne kujer'' standine.

Pompeo got astengkirina têkildar di bûdçeya 2012'an de ji bo demekê hatine rakirin.

Kongreya Emerîkî jî meha dawî ya salê dengdaneke bi vî alî kiribû.

Piştî ku 1974'an dewleta Tirk bakurê giravê dagir kriibû, rêveberiya DYE'yê 1987'an ji bo 'yekkirina giravê wêrek bike'' ambargoya çekan danîbû.

Lê ev tevdîr bi sedema ku bandoreke negatîf kiriye hate rexnekirin, ji ber ku vê hikûmeta Qibrisê teşwîq kiribû ku bi hin hevkarên din re tifaqan deyne.

Senatorê Demokrat Bob Menendez sivikkirina ambargoyê slav kir û got ji bo têkiliyên bi Qibrisê re gaveke 'girîng' e. Menendez ji bo Qibrisê got,''hevkarekî pêbawer ê stratejîk.''

Dewleta Tirk jî biryar şermezar kir û xwest ku bi paş ve gav were avêtin.

Pompeo got DYE destekê dide ku Qibris, ''çareseriyeke giştî ya li bin avaniyeke federasyonê gihaştî hev.''

Wezîrê Karê Derve Tîrmehê bi daxuyaniyekê diyar kiribû ew ê hevkariya Berevaniyê ya bi Qibrisê re bi rengê fînansekirina perwerdehiya leşkerî geş bikin.

Ev biryara DYE'yê di demeke wiha de ye ku ji ber dewleta Tirk li Deryaya Spî bi rengekî derqanûnî li gazê digere, hate standin.