DYE wê perwerdehiya F-35'an nede pîlotên Tirk

Li gorî ajansa Reutersê DYE ji ber rageşiya bi Tirkiyê ya li ser pergala berevaniya moşekî ya S-400'î wê perwerdehiya F-35'an nede pîlotên Tirk.

Reutersê nûçeya xwe sparte ser du rayedarên hikûmeta Emerîkî. Navên rayedaran nehate parvekirin. Li gorî nûçeyê wê perwerdehiya F-35'an nedin pîlotên Tir ku plana wê hatibû girêdan ku pîlotên Tirk werin baregeha leşkerî ya li Arzîzonayê.

Rayedaran diyar kirin ev biryara ku hatiye standin, pîlotên Tirk ku halê hazir li Baregeha Hêza Hewayî ya Luke ya li Arîzonayê perwerdehiyê dibîne, venahewîne navxwe.

Wezareta Berevaniyê ya DYE'yê heta vê gavê têkilî nûçeya ku perwerdehiya pîlotên Tirk hatiye rawestandin ti şîrove nekiriye.

DYE'yê beriya niha dengê xwe li Tirkiyê kiribû û gotibû heke Tirkiye ji Rûsyayê pergala berevaniya hewayî ya S-400'î bistîne dibe ku li ser Tirkiyê bijdînin.

Wekîlê Wezîrê Berevaniyê yê Emerîkî Patrîc Shanahan heftiya bihurî axivî û got fikra wan a li ser standina S-400'ê ya Tirkiyê neguheriye û diyar kiribû, heke Enqere vê planê bi cih bîne divê balafirên şer ên F-35 nestîne.


WÎNTENÎTZ: TI TEVDÎR FIKARA ME KEM NAKE

Li gorî malpereke înternetê ya radyoya Dengê Emerîkayê dîrektorê sereke yê ji polîtîkaya Ewropa û NATO'yê ya Wezareta Berevaniyê berpirs Andrew Wînternîtz jî têkilî S-400'î di civîna kovara Foreîgn Polîcy de, li ser Berevaniya Ewropa axivî. Wînternîtz got ti tevdîrek fikara wan a li ser vê mijarê kêm nake.

Rayedarên Emerîkî û Tirkiyê heftiya bihurî piştî axaftina bi telefonê ya Serokê DYE'yê Donald Trûmp û Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan, diyar kiribûn du rêveber li ser avakirina koma xebatê li hev kirine.

Wînternîtz diyar got, heke Tirkiye S-400'î bistîne ev ji bo Emerîkayê rîskeke wiha ye qebûlkirina vê nabe û got, ''Ti tevdîr li ser vê mijarê fikara me nikare kêm bike.''

Di civînê de ji Wînternîtz hate pirsîn ku tê payin Tirkiye, Hezîranê S-400'î bistîne û di rewşeke wiha de ji bo ku bernameya F-35'an a Tirkiyê were sekinandin Washîngton wê çi bike. Wînternîtz got, ''Em ê binerin bê ka wê çi bibe û li gorî vê biryarekê bidin. Ez naxwazim li ser mijara bê ka em ê çi bikin li ser rawêjan biaxivin.''