DYE wê pêkanînan li Tirkiyeyê ferz bike
Çavkaniyên ji DYE'yê ragihandin ku ji ber kirîna sîstema parastina hewayî ya ji Rûsyayê S-400, wê DYE pêkanînan li Tirkiyeyê ferz bike.
Çavkaniyên ji DYE'yê ragihandin ku ji ber kirîna sîstema parastina hewayî ya ji Rûsyayê S-400, wê DYE pêkanînan li Tirkiyeyê ferz bike.
Sê çavkaniyên DYE'yî yên ji Reutersê re axivîn, diyar kirin ku ji ber kirîna sîstema parastina hewayî ya Rûsyayê S-400, wê DYE pêkanînan li Tirkiyeyê ferz bike.
Çavkaniyan ragihandin ku biryara pêkanînan a ku demeke dirêj e di rojevê de ye tê payin ku îro bê eşkerekirin.
Hate ragihandin ku pêkanîn wê li ser pîşesaziya parastinê, Serokkomariya Tirk û Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê bên ferzkirin.
Du çavkaniyên nêzî mijarê diyar kirin ku Serokê DYE'yê Donald Trûmp ferman da rayedaran ku pêkanînan bixin meriyetê.