DYE û Rûsyayê ji bo ‘bingehê hevkariya siberojê’ li hev kirin!
Wezîrên karên derve yên DYE û Rûsyayê Marco Rubio û Sergei Lavrov li Riyadê hatin ba hev û ragihandin ku wan ji bo ‘avakirina bingehê hevkariya siberojê’ li hev kirine.
Wezîrên karên derve yên DYE û Rûsyayê Marco Rubio û Sergei Lavrov li Riyadê hatin ba hev û ragihandin ku wan ji bo ‘avakirina bingehê hevkariya siberojê’ li hev kirine.
Hevdîtina DYE-Rûsyayê ya li Riyadê, piştî 4 saet û nîvan bi dawî bû.
Hevdîtin li qesreke paytexta Siûdiyê di saetên siharê de destpê kir. Wezîrê Karên Derve yê DYE’yê Marco Rubio û hempîşeyê wî Sergei Lavrov û gelek şêwirmend jî beşdarî hevdîtinê bûn.
Berdevka Wezareta Karên Derve ya DYE’yê Tammy Bruce têkildarî hevdîtinan daxuyaniyek da û diyar kir ku Rubio û Lavrov têkildarî “mijarên jeopolîtîk ên ji bo berjewendiyên hevpar û hevkariya siberojê” li hev kirine.