DYE û Îngilistanê careke din êrîş birin ser Hûsiyan
Pentagonê ragihand ku li hemberî êrîşên li Derya Sor ên li ser keştiyan, DYE û Îngilistanê li 8 nuqteyên cuda yên li Yemenê êrîş birin ser 18 hedefên Hûsiyan.
Pentagonê ragihand ku li hemberî êrîşên li Derya Sor ên li ser keştiyan, DYE û Îngilistanê li 8 nuqteyên cuda yên li Yemenê êrîş birin ser 18 hedefên Hûsiyan.
Hate ragihandin ku êrîş roja Şemiyê hatin kirin. Hûsiyan jî êrîş piştrast kirin.
Li gorî daxuyaniya Pentagonê, Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) û Îngilistanê êrîş birin ser 18 hedefên li 8 nuqteyên cuda yên Hûsiyan.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Kanada, Awûstralya, Bahreyn, Danîmarka, Hollanda û Zelanda Nû jî piştgirî dan vê operasyona hewayî ya li Yemenê.