DYE guşar li ser Zarîf nakin: Gelo wê rêyên dîplomatîk bên vekirin?

Rêveberiya Washîngton, ragihand ku wê ti guşaran li ser Wezîrê Karê Derve yê Îranê Cevad Zarîf nakin. Ev rewş weke wê Washîngton rêyên dîplomatîk vekin tê nirxandin.

Wezîrê Xizîneyê ya DYE’yê Steven Mnûchîn, di daxuyaniya 24’ê Hezîranê de kiribû, ragihandibû ku wê Zarîfî bixin lîsteya reş û dest danin ser bi milyaran amûrên girêdayî Îranê.

Li gorî Reûtersê, “Xistina nava lîsteya reş a Wezîrê Karê Derve yê Îranê Zarîf wê tiştekî ne ji rêzê ba, ji bo çareserkirina nelihevkirinên DYE’yê ya li gel Tahranê wê bikaranîna rêyên dîplomatîk asteng bikiriba.”

Çavkaniyeke Emrîkî ya ji Reûtersê re axivî, diyar kir ku biyara girtine ku niha Zarîf naxin lîsteyê, sedemên wê diyar nekir.

Çavkaniyekê got: “Wê ti sûdê vê yekê nebana”, Wezîrê Karê Derve yê DYE’yê Mîîkî Pompeo ji bo ‘niha’ xistina Zarîfî ya lîsteyê muxalefetî kiriye.