DYE: Em vebijarkên pêkanînan ên li dijî Tirkiyeyê dinirxînin

Berdevka Wezareta Karên Derve ya DYE'yê Morgan Ortagus got, ew vebijêrkên pêkanînên li dijî Tirkiyeyê yên ji ber S-400'î dinirxînin.

Berdevka Wezareta Karên Derve Morgan Ortagus di brîfînga çapemeniyê de got, "Wezîr (Mike Pompeo) û Serok (Donald Trump) hemû vebijarkên Dijderketina bi Rêya Pêkanînan li dijî Dijberên Emerîkayê (CAATSA) dinirxînin."

Ortagus der barê encamên gengaz de daxuyaniyên xwe yên beriya niha bi bîr xist û got, "Me ev encam jî daxuyaniya îro ya Serok de dît, ku diyar kir wê Tirkiye nikaribe F-35'an werbigire. Der barê vebijarkên pêkanînan de jî beriya pêkanînan em agahiyan nadin. Wezîr bi Serok re der barê wê de dixebite."