DYE: Bi şewbê re bazirganiya mirovan zêde bû

Li gorî Washîngtonê van mehên dawî bi krîza global a tendiristiyê re bazirganiya mirovan pir zêde bûye.

Li gorî rapora salana a derbarê bazirganiya mirovan ku Wezareta Karûbarê Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) hazir kiriye, şewba Covîd-19'ê bûye sedem ku bazirganiya mirovan zêdetir bibe.

Li gorî raporê ku Wezîrê Karûbarê Derve Mîke Pompeo aşkere kirî, di atmosfera hejariyê de, ya ku şewb bûye sedem, têcirên mirovan ev kirine fersend. Di raporê de her wiha hate gotin krîza tendiristiyê gelek mirov ji bo têciran kiriye rewşeke nazik û têcir vê bi kar tînin.

Di destpêka raporê de hate gotin ,''Di atmosfera pandemiyê de têcirên mirovan li malan asê neman, berevajî, rêbazên nû dîtin û atmosfera kaosê kirin fersend.'

Di raporê de ji ber sedema ku di têkoşîna dijî têciran mirovan de kêm mane 4 wela kirin lîsteya reş. Li gorî vê Efganîstan, Nîkaragûa, Lezotho û Cezayîr pir hewl nedan. Hate diyarkirin DYE dibe ku asteng bike da ku ÎMF û saziyên din ên alîkariyê wê destekê nedin wan welatan.

DYE di raporên beriya niha de Çîn, Rûsya, Koreya Bakur, Îran û Venezulea jî di nav de 15 welat kiribû lîsteya reş.