DYE bi Brîtanyayê re xwe ji piştî Brexîtê re hazir dike

DYE xwe hazir dike, piştî ku Brîtaniyaya Mezin ku xwe kar dike ji Yekîtiya Ewropayê derkeve, peyamana bazirganiyê ya du alî pêşniyar bike.

John Boltan, Şêwirmendê Ewlehiya Netewî yê Serokdewletê Dewletên Yekbûyî yê Emerîkayê (DYE) Donald Trûmp got, welatê wî hazir e ku bi Brîtanyaya Mezin re ku li ber qonaxa derketina ji YE'yê ye, peymaneke girîng a bazirganiyê deyne.

Boltan ê ku Duşemê bi Serokê Brîtanyayê Borîs Johson re û Wezîrê Bazirganiyê Lîz Trûss re hev dîtî, got du welat li ser peymaneke bazirganî difikirin. 

Bolton diyar kir lîderê du welatan li civîna G7'ê ya ku dawiya mehê li Fransayê wê pêk were, dibe ku nexşerêyê îmze bikin. Bolton got peymana navborî ji bo piştî 1'ê Mijdarê, dîroka Brexîtê plansaziya wê hatiye kirin.