DYE bang li welatên YE’yê kir ku ji peymana nukleerî derkevin

Alîkarê Serokê DYE’yê Mîke Pence bi daxuyaniyek li Varşovayê da, bang li îtifaqên xwe yên Ewropî kir ku ji peymana nukleerî derbikevin.

Pence li Varşovayê di konferansa DYE ya têkildarî Rojhilata Navîn de Îran kir hedef. Di konferansê de nêzî 60 netew li hev kom bibûn, lê Elmanya û Fransa ên welatên mezin ên Ewropî ne şandina dîplomatên xwe yên herî baş red kir.

Mîke Pence îtifakên xwe yên Ewropî bi şikandina guşarên DYE ya li ser Îranê sûcdar kir û got: “Mixabin hinek hevkarên me yên bingehîn ên Ewropî, bi qasî pêwîst alîkarî nake.”

Pence ev hewldan weke ‘Hewldaneke ya şikandina guşarên Emerîka ya li dijî rejîma şoreşê ya kujer a Îranê’ pênase kir û got: “Ev tedbîrên Îranê bi hêz bike, YE lewaz bike û hê zêdetir navberê bixe nava Ewropa û DYE'yê ye.”