DYA 160 fuzeyên Patrîot wê bifiroşe Mîrektiyên Ereb yên Yekbûyî
DYA wê bi bihayê 2 milyar dolar 160 fuzeyên Patrîotê bifiroşe hevalendê xwe yê Kendavê Mîrektiyên Ereb ên Yekbûyî.
DYA wê bi bihayê 2 milyar dolar 160 fuzeyên Patrîotê bifiroşe hevalendê xwe yê Kendavê Mîrektiyên Ereb ên Yekbûyî.
Daxuyanî ji hê Wezareta Parastinê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) ve hate dayin. Wezaretê firotina 160 fûzeyan a ji bo Mîrektiyên Ereb ê Yekbûyî pejirand û Kongre agahdar kir. Kongre dibe ku muxalefeta vê bike.
Pentagonê diyar kir ev peymana çekan wê sûdê polîtîkaya derve ya DYA’yê û ewlehiya netewî. Di daxuyaniyê de hate gotin Mîrektiyên Ereb ên Yekbûyî li Rojhilata Navîn ji bo îstîkrara siyasî û pêşketina aborî hêzeke girîng e.
Pentagonê bêyî ku navê Îranê bide diyar kir Mîrektiyên Ereb ên Yekbûyî bi van fuzeyan dikarin ji êrîşan re bibin bersiv. Di daxuyaniyê de hate gotin ev peyman wê hevsenga leşkerî ya herêmê neguherîne.
Mîrektiyê Ereb ên Yekbûyî di nav Koalîsyona Ereb de cih digirin ku bi pêşengiya Siûdî li Yemenê hatiye avakirin. Ev koalîsyon Hûsiyên Şiî yên bi desteka Îranê ji xwe re dikin hedef.