DYA’yê ragihand ku bernameya prastina zarokên koçberan bi dawî kirine

Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) bernameya ku sed hezar zarokên koçber diparêze tê bidawîkirin.

Di daxuyaniya Wezarata Edelatê ya DYA’ê de, hat ragihandin ku bernameya zarokên koçberan ku bi rêyên îllegal dikevin welat wê bi dawî bikin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirn ku bernameya ‘Deferred Action for Childhood Arrivals’ (DACA)’ ku 800 hezar zarokan eleqedar dike ji aliyê serokê berê Barack Obama ve derbasî jiyanê bûye û piştî ‘dema derbaskirinê’ wê bi dawî bibe.

Bernameya binavê DACA ku di dema Obama de di Kongreyê de zêdetir deng bidest nexist bi biryarnameya serokatiyê ketibû meryetê

Wezîrê Edaletê Jeff Sessîons diyarkir ku piştî bername derbasî meryetê bû, hatina koçberên zarok ji sînorê Meksîka ve zêdetir bûne.

Bi biryara rêveberiya DYA’yê di bin çarçoveya bernameya DACA de êdî serlêdanên nû nagrin. Di çarçoveya vê bernameyê de kesên ku demê rûniştinê di 5’ê Adar 2018’an de bi dawî bikin wê ji bo 2 salan carekê mafê li welat bimîne were dayîn.

Kongre jî wê heta meha Adarê ya li pêşiya me, di 6 mehan de pêwîste yasayekî nû ya koçberiyê derbêxe.