DYA’yê li dijî Koreya Bakur ‘Bi tena serê xwe dikare bikeve tevgerê’

Rêveberiya DYA’yê ku bi êrîşkirina fuzeyan a bi ser Sûriyeyê ve kete rojevê, ragihand ku niha jî ‘bi hatina bihîstinê re’ li dijî Koreya Bakur ‘Bi tena serê xwe’ dikare bikeve tevgerê.

Piştî hevdîtina Serokê Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê (DYA) Danold Trûmp ya ligel Serokê Çînî Xî Jînpîng, Wezîrê Karê Derve Rex Tîllerson axivî û li dijî Koreya Bakur a ku bi ceribandinê xwe yên fuzeyan ve li rojevê ye, peyamên tûj da.

Tîllerson diyar kir ku mijara herî girîng a di navbera Trûmp û Xî de hate kirin, aloziyên ku bi Koreya Bakur re, çareserkirina wê ya bi ‘Rêbazên aştiyane’ bû, diyar kir ku ji bo vê jî divê rêveberiya Pyongyang ‘pozîsyona xwe biguhere’.

Rex Tîllerson destnîşan kir ku ji bo bi Koreya Bakur re pirsgirêkên xwe çareser bikin dixwazin bi Çînê re bi awayekî Koordîneyî kar bikin, berovajiya wê hişyarî da ku wê ‘Tena bi serê xwe bikevin tevgerê’.

Nerazîbûnên rêveberiya DYA’yê ya li dijî ceribandinên fuzeyên serînukleer ên Koreya Bakur a di nava parzemînan de tê zanîn. Rêveberiya Danold Trûmp, di hefteyên dawî de ji Çînê daxwaz dike ku li dijî Koreya Bakur bikeve nava tevgerê.