DYA'yê êrîşkariya parêzvanên Erdogan şermezar kir

Meclîsa Nûneran a Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA), pêşnûmeyek li ser şermezarkirina şîdeta parêzvanên Serokkomarê Tirk Erdogan û daxwaza hesabpirsînê ji wan, qebûl kir.

Êrîşa parêzvanên Serokkomarê Tirk Erdogan, ku di dema serdana DYA de êrîşî xwepêşandêrên Kurd kirin, li Kongreya DYA hate nirxandin. Kongreyê xwest, parêzvanên êrîşî xwepêşandêran kirine werin cezakirin.

Demokrat û Komarger li ser biryarê li hev civiyan û der barê bûyera 17'ê Gulanê de ku 11 kes birîndar bûn gotin, "Çend wezîfedarên ewlekariyê yên Tirk li xwepêşandêrên bê çek dan, pihîn li wan xistin û destê xwe xistin qirika wan." Di briyarê de bûyer hate şermezarkirin û hat gotin, "Wezîfedarên ewlekariyê yên Tirk ên tevlî vî şerî bûne, divê li gorî qanûnên DYA bikevin ber lêpirsînê û ya pêwîst bê kirin."

Di dema serdana Erdogan a 17'ê Gulanê ya li DYA de, bi fermana Erdogan bi xwe, hêzên wî yên ewlekariyê êrîşî xwepêşandêrên li ber avahiya Sefaretxaneya Bilind a Tirk çalakiya protestoyî lidar dixistin, kirin û gelek kes birîndar kirine.