DYA: Wê rê li ber 'tinebûna gelê Koreya Bakur' veke

Gefên ku DYA û Koreya Bakur li hev dixwin, zêde dibin. Wezîrê Parastinê yê DYA diyar kir, ku bernameya nukleerî ya Koreya Bakur wê rê li ber têkçûna rêveberiyê û tinebûna gel veke.

Daxuyaniyên tund ên rêveberiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) yên li dijî bernameya nukleerî ya Koreya Bakur dewam dikin. Herî dawî Wezîr Parastinê James Mattîs daxuyanî da. Mattîs piştgirî da gotina "Wê bi agir û hêrsê bersiv were dayin" a Serokê DYA Trûmp û ji Koreya Bakur xwest, ku dest ji hewldana çêkirina çeka nukleerî ya 'xwe îzole dike' berde.

Mattîs anî ziman, her gava ku rêveberiya Pyongyang di vî warî de bavêje, wê 'dawiyê li rejîmê bîne' û gef xwar, ku ev yek wê di heman demê de rê li ber 'tinebûna gelê Koreya Bakur veke'.

Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve de jî hat îdîakirin, ku Donald Trûmp 'bi zimanê ku Koreya Bakur jê fêhm dike', axiviye.