DYA û Çînê li ser bazirganiyê li hev kirin

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) Donald Trump ku di nava 16 mehê desthilatdariya xwe de ji aliyê bazirganiyê ve li dijî hemû welatan şer dike, di dawiya dawî de bi Çînê re li hev kir.

Trump îdîa kiribû ku bazirganiya derve ya navbera herdu welatan bi kêrî DYA nayê û li dijî valahiya bazirganiya deve ku bi sedan milyar dolar e, dest bi têkoşînê kiribû.

Piştî danûstandinên navbera heyetên her du welatan, doh daxuyaniyeke hevpar hate eşkerekirin. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ji bo firotina hîn bêhtir berheman ji bo Çînê, li hev hatiye kirin. Li gorî 'konsensusa' ji aliyê her du welatan ve hatiye qebûlkirin, Çîn sozê dide ku di sektorên çandinî û enerjiyê de hîn bêhtir berheman ji DYA bikire.

Çînê sala 2017'an ji bazirganiya derve 375 milyar dolar bi dest xist. 200 milyar dolar ji vê yekê, ji bazirganiya bi DYA re wergirt.

Serokê DYA Donald Trump îdîa dikir ku bazirganiya bi Çînê re tê kirin li dijî welatê wan e. Trump îdîa kiribû ku Çînê teknolojiya welatê wî dizî ye û hurmetê nîşanî mafê telîf nade.