DYA piştgiriya xebatên lêgerîna gazê ya li Qibrisê dike

Rêveberekî yê Amerîkayî, ragihand ku ew piştgirî didin xebatên lêgerîna gazê ya li peravên Qibrisê.

Kargehên ExxomMobîl û Qeter Petroleûm ên DYA’yî, tevî gefên Tirkiyeyê jî dest bi xebatên sodajê kirin.

Serokkomarê Qibrisê di sala dawî de ji yekan zêdetir kargehên mezin ên petrol û gazê re peyman mohrkiriye.

Alîkarê Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê Francîs Fannom anî ziman ku Washîngton diyar kiriye ku ‘Qibris xwedî maf e ku çavkaniyên xwe yên xwezayî bi xwe pêş bixe.’

Fannon ê di serdana Leşkofê bi rojnamevanan re axivî û got: “Di wê baweriyê de ne ku ji bo hemû herêm sûdê ji enerjiyê bigire, hevkariya aborî û pêşketinê weke katalîzorê dinixînin.”

ExxonMobîl û Qeter Petroleûm roja Înê li navçeya Herêma Aborî ya Mûnhasîr dest bi xebatên sondajê kirine.

Rejîma Enqerê ya ku ji sala 1974’an ve bakurê giravê dagirkirine, heta ku çareseriyeke ji pirsgirêka Qirbirsê re bê dîtin, daxwaza rawestandina xebatên keşifkirinê dike.