DYA’ê baca zêde li ser Çînê sepand

Serokê DYA’ê Donald Trûmp ragihand ku buhayê baca ku li ser berhemên ji Çînê tên girtin wê bigihêje 200 milyar dolar. Ev jî hema bêje hema nîvê berhemên ji Çînê tên girtin li xwe digire.

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) Donald Trûmp, xisara xwe ya bazirganiya derve ya 350 milyar dolar ku derbas dike, li dijî Çînê ya ku şerê bazirganiyê îlankirî, pêngaveke mezin avêt.

Li gorî daxuyaniya ji Qesra Spî hatî kirin, 24’ê Îlonê û şûnde ku biryare bikeve meryetê ji sedî 10 baca ji bo berhemên îxracatê ku bihayê wê digihêje 200 milyar dolarî pêk were. Rêjeya vê bacê jî wê ji serê 2019’an ve jî bigihêje sedî 25’an.

Li gel baca ku beriya niha li ser Çînê hatibû sepanin gihiştibû 250 milyar dolar. Ev jî tê wateya nîvê berhemên jî Çînê tên girtin li xwe digire.

Yek ji sedemê ku Donald Trûmp şerê bazirganiyê yê li dijî Çînê dayî destpêkirin ew jî îdîaya ku ev welat gelek berhemên teknolojiyê ‘texlît’ dike ye.