DYA: Îran dibe ku bibe Koreya Bakur a nû

Di rewşeke wiha de ku ji ber sedema ceribandinen nukleerî li ser Koreya Bakur nîqaş hene, DYA'yê vê carê jî li ser Îranê hişyariya 'Koreya Bakur' da.

Sefîra Bilind a daîmî ya DYA li Neteweyên Yekbûyî Nîkkî Haley got, peymana nukleerê ya ku 2015’an bi Îranê re hatiye danîn divê were nûkirin.

Nayê zanîn bê ka Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) Donald Trûmp li nîvê meha Cotmehê wê peymana ku bi Îranê re hatî danîn nû bike yan na. Li gorî peymanê ev xebat divê serê 90 rojî carekê were danîn. Trûmp heta niha arîşe dernexistine.

Lê Trûmp di pêvajoya hilbijartinê de gotibû ew ê peymanê biçirîne. Ji ber sedema kêşeyên bi Koreya Bakur re Trûmp babeta Îranê gelek caran dianî rojevê.

Sefîra Bilind a DYA ya li Neteweyên Yekbûyî Nîkkî Haley diyar kir, Îran peymana nukleerê ji bo ku 'cîhanê rehîn bigire' bi kar tîne. Haley got, "Heke em bibêjin 'em ê bi vê kêşeyê re piştre têkildar bibin', dibe ku em Koreyeke nû ya Bakur derkeve pêşiya me."

Haley anî ziman, ku ji hêla rêveberiya Trûmp ve peyman 'têra xwe kêm' tê dîtin û got, peyman dawiyê li bernameya nukleerê ya Îranê nayîne lê tenê disekinîne. Haley got kontrolên navneteweyî yên li Îranê li gorî peymanê tesîsên leşkerî nagirin û ev jî vê diçespîne.

Haley ragihand, ku yek ji 'şaşî' yên din ê vê peymanê ew e ku ti pêkirinên cidî li ser vî welatî nedanîne. Haley got heke Îran binpê bike, pêkirinên aborî yên ku 2015’an hatine rakirin wê dîsa vegerin.

Haley bi da zanîn, ku Serokê DYA’yê heke meha Cotmehê peymanê nepejirîne ev nayê wê maneyê ku bi carekê re ji peymanê vedikişe.

Peymana li ser bernameya nukleerê ya Îranê, Tîrmeha 2015’an piştî muzakereyên li Viyanayê yên ku bi salan dom kiribû hatibû standin. Li gel DYA û Îranê, Çîn, Rûsya, Fransa, Brîtanya û Elmanya jî îmze danîbûn.