Du medyayên mezin Bolsonaro boykot kirin

Du medyayên mezin ên li Brezîlyayê, ragihandin ku ew nema civînên çapemeniyê yên nefermî yên Serokkomarê rastgir Jaîr Bolsonaro dişopînin.

Komên medyayê yên Brezîlyayê Globo û rojnameya Sao Paûlo Folha nerazîbûn nîşan dan ku ewlekariya serokkomariyê bi têrkerî rojnamevanên ku rojeva Bolsonaro dişopînin naparêzin.

Serokkomarê rastgirê tund ku bi rêk û pêk êrişê dibe ser medyayê, bi giranî serê sibehê li pêşiya qesra Alvorada ya li Brasîlîayê alîgirên xwe silav dike û carna jî civîna çapemeniyê pêk tîne. Ev hevdîtinên nefermî gelek caran bi rengekî aloz derbas dibe.

Bolsonaro bi heqaret û nêzîkatiyên xwe yên neexlaqî yên li dijî rojnamevanan tê naskirin.

Alîgirên wî jî zextê li rojnamevanan dikin. Alîkarê serokê koma Globo Paûlo Tonet Camargo got, "Bêyî ku rojnamevanên me bên parastin her roj dibin hedefa heqareta alîgirên serokkomar."