Drama koçberan a li Derya Spî: herî kêm 5 kes mirin

Ji ber polîtîkaya tund a Îtalyayê, koçberan berê xwe dan Spanyayê. Tê gotin, li peravên Spanyayê cesedên gelek koçberan hatine dîtin.

Li gorî agahiyên ji aliyê rayedarên Spanyayê ve hatin dayin, ji bo bot û keştiya ku bi sedan koçber tê de bûn û tê texmînkirin ku ji Fasê bi rê ketin, operasyonên rizgarkirinê hatin lidarxistin. Hate ragihandin, li Neqeba Cebelîtarikê di operasyonê de 309 koçber hatin rizgarkirin. Li pervaên Bendergeha Almerîayê jî 86 kes hatin rizgarkirin.

Rayedarên Spanyayê diyar kirin ku di operasyoneke din de 103 koçber hatine rizgarkirin, lê cesedên 5 koçberên fetisîn ji deryayê hatin derxistin. Hate gotin, çar ji kesên jiyana xwe ji dest dane mêr in, yek jî jin e.

Li gorî daneyên Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM) di heft mehên destpêkê yên vê salê de, 27 hezar û 600 koçber ji deryayê hatin Spanyayê. Li gorî hejmara par, ev rêje bi 130 ji sedî zêde bûye.

Hate tespîtkirin ku ji koçberên bi keştî û botan berê xwe dan Spanyayê herî kêm 313 kes mirine.

Li gorî daneyên IOM'ê ku destpêka hefteyê hatin eşkerekirin, par di 7 mehên destpêkê de 95 hezar kes hatibûn Îtalyayê. Di heft mehên destpêkê yên îsal de ev hejmar daket 18 hezar kesî. Hate tespîtkirin ku par 2 hezar û 276 kesî jiyana xwe ji dest dane, lê belê tevî kêmbûna hejmara koçberan jî di heft mehên destpêkê yên îsal de herî kêm 1096 kes mirin. Tê gotin, ji ber ku hikumeta Îtalyayê û Yekîtiya Ewropayê operasyonên xwe yên rizgarkirinê sekinandine û pêşî li operasyonên rizgarkirinê yên saziyên alîkariyê digirin, hejmara mirovên jiyana xwe ji dest dan zêde bûye.