Dozger Del Ponte: Divê NY xwe nû bike

Endama berê yê Komîsyona Lêpirsîna Sûriyeyê ya Neteweyên Yekbûyî Carla Del Ponte kar û xebatên Neteweyên Yekbûyî ya li ser Sûriyeyê rexne kir û got ku, “Neteweyên Yekbûyî ji bo min bû cihê şikestina xeyalan.”

Serdozgera Federal a berê ya Swîsreyê, serdozgera Dadgehên Cezayê yên Navneteweyî ya Rûwanda û Yûgoslavyayê û Endama berê yê Komîsyona Lêpirsîna Sûriyeyê ya Neteweyên Yekbûyî Carla Del Ponte pirsên rojnameya NZZ am Sontag a Swîsreyê bersivand.

Del Ponte diyar kir ku di polîtîkaya Sûriyeyê de gelek kêmasiyên Neteweyên Yekbûyî heye û got ku, “Neteweyên Yekbûyî ji bo min bû cihê şikestina xeyalan.”

‘DIVÊ NY XWE NÛ BIKE’

Del Ponte bal kişand ser vî tiştî ku divê NY xwe nû bike û got ku, “Neteweyên Yekbûyî zêde diaxive lê kêm tiştan dike. Dema ku ez di Komîsyona Lêpirsîna Sûriyeyê ya Neteweyên Yekbûyî de dixebitîm, min dît ku di nav NY de gelek kes hene lê kêm kes dixebitin.”

Del Ponte diyar kir ku di şerê Sûriyeyê de zagonên navneteweyî tên binpêkirin û li hemberî van binpêkirinan nerazîbûn nayê nîşandan. Ponte got ku, “Li ser binpêkirinên mafên mirovan nayê sekinandin û nirxên ku divê werin parastin jî nayên qebûlkirin. Ji bo pêkhatina vî tiştî jî divê xebatên cîddî werin kirin.”

PIŞTÎ NERAZÎBÛNÊ ÎSTÎFA KIRIBÛ

Dozgera Federal Del Ponte di navbera salên 2012-2017’an de alîkariya serokatiya Komîsyona Lêpirsînê ya Sûriyeyê bû. Del Ponte di raporên xwe de diyar kiribû ku li Sûriyeyê sûce şer û mirovayetiyê tê kirin û bal kişandibû ser vî tiştî ku divê NY rola xwe bi cih bîne.

Dozger Del Ponte bi hinceta ku NY li ser sûcên şer ên li Sûriyeyê nasekine di Tebaxa 2017’an de ji Komîsyona Lêpirsînê ya Sûriyeyê îstîfa kiribû.