Dixwazin saziyên ku penaberan xilas dikin bipirnisînin?
Li Italyayê dozgerekî saziyên ku alîkariyê bi penaberan re dikin kire hedef û ev bû rojev.
Li Italyayê dozgerekî saziyên ku alîkariyê bi penaberan re dikin kire hedef û ev bû rojev.
Li Italyayê dozgerekî saziyên ku li Behra Spî penaberan xilas dike sûcdar kir û got, ‘bi qeçaxçiyên mirovan re dixebitin’, li dijî vê îdîayê ku tê gotin bi mebesta pirnisandina saziyên alîkariyê ye, gelek saziyan helwest nîşan da.
Van salên dawî piraniya wan ji Libyayê di ser Behra Spî re bi 100 hezaran penabar çûne Italyayê û bi hezaran jê jiyana xwe ji dest dan. Bi hewldana saziyên alîkariya mirovî di navbera Italya û Lîbyayê de her heftî bi hezaran penaber têne xilaskirin, niha jî îdîayên bi mebesta pirnisandina van saziyan di rojevê de ye.
Dozgerê bajarê Catania ê Sicilyayê Carmelo Zuccaro gotibû saziyên alîkariyê yên ku penaberên Behra Spî xilas dikin bi qeçaxçiyên mirovan ên Libyayê re têkildar in û got, ‘delîl’ jî hene. Îdîayeke mîna vê ku ji Sibatê ve di rojevê de ye, Çile ji hêla Ajansa Parastina Sînorê Ewropa (Frontex) ve hatibû gotin.
Di rapora Frntexê de, Doktorên Sînornenas (MSF) hatibû îdîakriin ku saziyên alîkariyê yên bi navê Save the Chîldren û Seawatch ‘bê daxwazê jî be’ alîkariyê didin. Lê ev îdîa nehate vekirin û nehatibû gotin bê ka bi çi rengî hevkariyê dikin.
Dozgerê Italî Carmelo Zuccaro gaveke dî bi pêş ve çûbû û îdîa kiribû xebatkarên saziyê alîkariyê bi endamên çebekeya Libyayê re bi telefonê axivîne. Dozger îdîaya xwe bi lêpirsînê xurt kiribû û Çarşemê agahî dabû senatoyê.
Dozger îdîa kiribû Frontexê agahî dane wî lê ev agahî ji bo lêpirsînê nikarin werin bikaranîn û xwestibû ku di her keştiya saziya alîkariyê de polîsek were bicihkirin. Dozger her wiha xwestibû ku telefonên xebatkarên saziyên alîkariyê were guhdarîkirin û jêderkên wan ên fînansê were ronîkirin.
Carmelo Zuccaro îdîa dike li gorî agahiyên ku ji şopandina telefonê bi dest xistine, qeçaxçiyên mirovan bi saziyên alîkariyê re ketine têkiliyê û axivîne bê ka penaberan wê ji kû jî bigirin.