'Divê Ewropa biryarê bide; wê bi zîhniyeta DAIŞ'ê re be yan jî bi Kurdan re be?'
Parlamenterên Swîsreyî ji Ewropayê xwestin, ku êdî biryarê bidin, bê wê bi DAIŞ'ê re be yan jî bi Kurdan re be.
Parlamenterên Swîsreyî ji Ewropayê xwestin, ku êdî biryarê bidin, bê wê bi DAIŞ'ê re be yan jî bi Kurdan re be.
Parlamenterên Kantona Baselê Hollînger û Atici ji Ewropayê xwestin, ku li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li Şengal û Rojava bikeve nava liv û tevgerê. Atici got, "Divê Ewropa biryarê bide; wê bi zîhniyeta DAIŞ'ê re be, yan jî li cem Kurdan be?"
Parlamenterên Partiya Sosyalîst ên Kantona Baselê Brîgîtte Hollînger û Mûstafa Atici, êrîşên dewleta Tirk ên li Rojava û Şengalê ji ANF'ê re nirxandin.
ATICI: ÊRÎŞA LI DIJÎ ROJAVA, ASTA NEÇARETIYÊ NÎŞAN DIDE
Atici got, "Dewleta Tirk, polîtîkayên neserketî û nehiqûqî yên li nava sînorên xwe li dijî gelê Kurd dimeşîne, dest pê kiriye ku li derveyî sînorên xwe jî li dijî Kurdan bimeşîne. Ev yek asta neçaretiyê ya ku dewleta Tirk gihîştiye radixe pêş çavan." Atici destnîşan kir, mejiyê dewleta Tirk mejiyê DAIŞ'ê ye.
'PÊWÎSTE EWROPA LI DIJÎ TIRKIYEYÊ BI RENGEKÎ VEKIRÎ LI CEM KURDAN BISEKINE'
Atici diyar kir, êrîşa dewleta Tirk a li dijî gelê Kurd bi ti awayî nayê qebûlkirin û got, "Bûyîna xwedî zîhniyeta DAIŞ'ê tê wateya tinebûna nirxên demokratîk ên cîhana rojava. Lazim e Ewropa bikeve nava liv û tevgerê."
Atici wiha dewam kir: "Ez bi tundî Ewropayê rexne dikim, ku ji ber berjewendiyên xwe yên demkurt, bomberdûma Tirkiyeyê ya li ser Kurdên li Sûriyeyê ji nedîtî ve tê. Divê Ewropa vê helwesta xwe ya durû û bêberpirsyarî tavilê biterikîne. Pêwîste Ewropa bi zelalî li cem Kurdan bisekine û nîşan bide bê Tirkiye niha li ku ye. Di rewşeke berevajî de wê gefa DAIŞ'ê ya li ser Ewropayê dewam bike."
HOLLÎNGER: TIRKIYE HIQÛQA NAVNETEWEYÎ JI NEDÎTÎ VE TÊ
Parlamentera Partiya Sosyalîst a Kantona Baselê Brîgîtte Hollînger jî destnîşan kir, ku êrîşa dewleta Tirk a li nava sînorê Tirkiyeyê û li derveyî sînorên Tirkiyeyê li dijî Kurdan bi ti awayî nayê qebûlkirin. Hollînger anî ziman, dewleta Tirk bi nedîtina pîvanên hiqûqa navneteweyî re êrîşî Kurdan dike û xwest, sivîlên li Kurdistanê bên parastin.
Hollînger diyar kir, êrîşa dewleta Tirk a li Rojava tê wateya zêdebûna bêhiqûqiya li Kurdan tê kirin û got, "Pêwîste piştgiriya ji bo gelê Kurd bê zêdekirin."