'Dîktatorbûyîna Tirkiye ne di xema Ewropayê de ye'

Mudurê Rêxistina Efû ya Navneteweî yê Belçîka Phîlîppe Hensmans got ku dîktatorbûyîna Tirkiyê ne di xema Ewropayê de ye.

Phîlîppe Hensmans yê ku ji Rojnameya Aborî ya Belçîkayê “L”Echo” re axivî û got ku mafê mirovan li Ewropa û Belçîka tê astenk kirin. Hansmans wiha anî ziman: “Sînorê mafê mirovan li hemû cîhê cîhanê tê astenk kirin. Yên ku rêz nadên mafê mirovan êdî ne tenê dîktator in”.

Hansmans diyar kirin ku êdî welatên demokrat jî rêz nadin mafê mirovan û got: “Divê bibin mînak, di cihanê de rewş ne baş e. Di sala 2017’an de 321 parêzvanên mafê mirovan hatin kuştin. Ev yek ti carî ne hatiye dîtin. Ji 100’an zêdetir li Tirkiye, 260 rojnamevan di girtîgehan de ne.”

Hensmans, nêzîkatiyên Ewropa yên li hemberî Erdogan ji bi vî awayî nirxand:

“Di mijara bê cezakirinê ya rêveberên Tirkiye de bê şik û goman bi serê xwe mînakeke. Ji berî çend rojan sê rojnamevanên Tirk li cezayê heta heta yê girtîgehê hatin mehkum kirin. Welatên din li hemberî vê yekê bêdeng in û dihêlin dewam bikin. Ewropa pere dide Erdogan. Ne tenê dewlet, hinek kargehên weke Zara jî destûr didin xebitandina koçberan bi berdêlek kêm û li vê yekê çavê xwe digire. Koçberên li Tirkiyê tenê 40 ji sedî cihê wan yê mayînê heye. Dîktatoriya Tirkiye, hata koçber weke fersend bikar bîne wê ne di xema Ewropa de be.”