Dibe ku Koreya Bakur hevdîtina Trump-Kim Jong-un betal bike

Çav li rê ye ku 12'ê Hezîranê Trump û Kim Jong-un li hev rûnên. Koreya Bakur ku ji tetbîqatên leşkerî yên li Başûr aciz e, gefa betalkirina hevdîtinê xwar.

Di nûçeya KCNA de ku ajansa nûçeyan a fermî ya Koreya Bakur e, işaret bi aciziya ji tetbîqata leşkerî ya li Koreya Başûr hate kirin. Hate ragihandin ku liv û tevgera leşkerî ya qala wê tê kirin, tetbîqata bi navê Max Thunder e ku her sal bi beşdariya leşkerên DYA û Koreya Başûr pêk tê.

Di nûçeyê de hate ragihandin ku ev yek dibe sedema nerazîbûnê û civîneke rayedarên payebilind ên bi Koreya Başûr re sibe wê bihata kirin, hatiye betalkirin.

Di nûçeya KCNA de hişyarî hate dayin ku hevdîtina 12'ê Hezîranê ya li Sîngapûrê ku wê di navbera Serokê DYA Donald Trump û lîderê Koreya Bakur Kim Jong-un de pêk were, dibe ku bê betalkirin.

Biryara hevdîtina navbera her du lîderan, piştî aloziya salekê ya ji ber ceribandina fuzeyên nukleer û balîstîk rû dabû, weke gaveke girîng dihate dîtin. Koreya Bakur meha bihurî soz dabû ku tesîsên xwe yên nukleerî bigire.