Di xwepêşandanên Bexdayê de 2 çalakvan mirin

Di şerê navbera xwepêşandan û hêzên ewlekariyê yên li Qada Tehrîr a paytexta Iraq Bexdayê rû da de, 2 çalakvan mirin.

Li gorî çavkaniyên nexweşxaneyê, saetên şevê di xwepêşandanên li Qada Tehrîrê de 2 xwepêşander, ji ber bombeyên gazê yên li wan ketine mirine.

Ev şerê li Tehrîr a navenda serhildanan a li Bexdayê, piştî Mûstefa El Kazimî bû serokwezîr û şûn de şerê yekê ye.

Tevgera gel a Cotmeha 2019’an destpê kir, daxwaza guherîneke giştî ya di siyaseta welat de kirin.

Heman demê çalakvanan daxwaz kiribû ku dawî li nelirêtiya ku beşek mezin a 16 sal in aboriya welat didizin, her wiha dawî li sîtema parvekirina desthilatê ya xwe dispêre mezheb û etnîsîteyê.

Di çalakiyên ji ber Covîd-19’an hate sekinîn de derdorî 500 kesî jiyana xwe ji dest da, nêzî 30 hezar kes jî birînar bûn.