Di xwepêşandana li Xazeyê de bi sedan kes birîndar bûn

Di bûyerên îro yên navbera xwepêşandarên Filistînî û leşkerên Îsraîlê der ket de nêzî 400 kes birîndar bûne.

Li gorî agahiyên otorîteriya tenduristiyê ya Filistînê dayî, di şer û bûyerên li şerîda Xaze ya li sînorê Îsraîlê de 386 kes birîndar bûne.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan 10 hezar xwepêşanderên ku dixwestin sînorê her du welatan derbas bikin, belav kirine. Li gorî artêşê, xwepêşandana li tevahiya sîron tekel şewitandine û bi keviran êrîşî leşkerankirine.

Ji xwepêşandanên ji dawiya meha Adarê ya bi navê ‘Mafê geverê’ û ‘Meşa vegera mezin’ heta niha 120 welatiyên Filistînî jiyana xwe ji dest dane. Di 14’ê Gulanê roja salvegera avakirina Îsraîlê û heman demê veguhestina Sefaretxaneya DYA’yê ya ji bo Qudsê de jî, di xwepêşandanên 2 rojan dom kirin de nêzî 60 Filistînî jiyana xwe ji dest dabû.

Hamas a Xeze di bin kontrola wan de diyarkirin ku wê xwepêşandan dom bikin.