Di şerê Xezeyê de roja 142’yan: Îsraîlê hevdîtinên agirbestê erê kir

Kabîneya şer a Îsraîlê erê kir ku li Xezeyê ji bo agirbestê hevdîtin dewam bikin. Li xaka Fîlîstînê jî tirsa xelayê zêdetir dibe.

Li gorî rayedarên herêmî û medyayê êvara Şemiyê kabîneya şer a Îsraîlê erê kir ku şandeya ku bi armanca li Xezeyê peymaneke nû ya agirbestê û berdana dîlgirtiyan li Parîsê hevdîtinan didomîne, biçe Qatarê.

Serokê MOSAD’ê David Barnea di dawiya meha Çileyê de bi hemrayedarên xwe yê Emerîkî û Misrî û Serokwezîrê Qatarê re têkildarî agirbestê hevdîtin kir. Barnea ji bo vê yekê bişopîne bi şandeyeke Îsraîlê re ku serkêşiya wê dikir, roja Înê çûbû paytexta Fransayê.

Li gorî şêwirmendê ewlehiya neteweyî yê Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahû, Tazachî Hanegbî ji bo ku Îsraîl li hev bike şertê wê yê destpêkê ew e ku destpêkê hemû jin û hemû dîlgirtî bên berdan.

Ev dostê nêz ê serokwezîr di kanala N12’ê de ev hişyarî kir: “Peynameke bi vî rengî nayê wê wateyê ku şer bi dawî bûye.”

Hamas jî ji bo 'agirbesteke tam' banga wê yekê dike ku leşkerên Îsraîlê bi temamî ji Xezeyê vekişin.

7’ê Cotmehê di êrîşa Hamasê ya li ser xaka Îsraîlê de ku mîna wê nehatiye dîtin, piranî jê sivîl herî kêm 1.160 kes mirin, derdora 250 kes hatin revandin. Li gorî Îsraîlê di dema agirbesta dawiya meha Mijdarê de li beramberî girtiyên Fîlîstînî nêzî 100 kes hatin berdan, piştî wê 130 dîlgirtî man û ji vane qasî 30 kes mirin.

BIRÇÎBÛNA GIRSEYÎ

Piştî êrîşa 7’ê Cotmehê, di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê de Xeze rû bi rûyê hilweşîneke giran ma, windahiyên sivîl her saeta ku derbas dibe zêde dibe û krîza mirovî kûr dibe. Li gorî Hamasê heta niha herî kêm 29 hezar û 606 kes di êrîşên Îsraîlê de mirin. Tê diyarkirin ku piranî ji van jin û zarok in.

Li gorî NY’ê 2,2 milyon kes rû bi rûyê gefa “birçîbûna girseyî” ne û li Xezeyê jî rewşa mirovî hîn xirabtir dibe.

BIRÇÎHIŞTIN WEKE RÊBAZEKE ŞER TÊ KARANÎN

Alîkariyên ku ji termînala Refahê ya li başûrê Xezeyê hatin, girêdayî Îsraîlê ye lê ji ber hilweşînê û şer xwe gihandina bakur hema bêje ne pêkan e.

Roja Îniyê Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan a NY’ê Volker Turk raporek weşand û “binpêkirinên mafên mirovan” ên ji aliyê “hemû aliyan” ve hatine kirin şermezar kir.

Volker Turk bi taybetî dorpêça Îsraîlê ya li ser Xezeyê şermezar kir û got ku ev “sûcê şer e” û “birçîhiştin weke rêbaza şer tê karanîn”.

REFAH DI BIN GEFÊ DE YE

Her wiha li Refahê ji ber gefa tevgereke bejahî ya mezin û piralî, fikar zêde dibin. Li vir herî kêm 1,4 milyon mirov rû bi rûyê gefa operasyona mirovî ne.

Netanyahû roja Şemiyê daxuyanî da û got ku ew ê ji bo erêkirina operasyona li Refahê her serê hefteyê kabîneyê kom bike.

Şeva Şemiyê herî kêm 6 êrîşên hewayî li bajar pêk hatin. Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê diragihîne ku di êrîşa herî mezin a dîroka Îsraîlê de, li Xezeyê her roj nêzî 100 kes dimirin.