Di şerê Lîbyayê de 121 kes mirin, nêzî 600 kes birîndar bûn

Rêxistina Tendiristiyê ya Cîhanê (WHO) ragihand, ji 4'ê Nîsanê û vir ve li Lîbyayê di şer de bi kêmanî 121 kes mirin û 564 birîndar bûn.

General Helîfa Heftar ku rojhilatê welêt kontrol dike 4'ê Nîsanê operasyon bire ser paytext Trablûsê.

Li gorî WHO'yê ji destpêkirina operasyonê û vir ve 121 kes mirin, 564  kes birîndar bûn. Buroya Lîbyayê ya WHO'yê li ser hesabê Twîtterê êrîşa li ser personelên tendiristiyê û ya li ser ambûlansan a li Trablûsê şermezar kir.

Buroya Koordînasyona Karê Mirovî yê Neteweyên Yekbûyî jî ragihand, di şer de heta niha 13.500 kes neçar mane ku cihê xwe berdin û 900 ji van li navendên lê stirînê dimînin.

Şer ji 4'ê Nîsanê û wir ve di navbeyna hêzên Hikumeta Yekîtiya Neteweyî û yekîneyên maraşal  Heftar de, li derdora başûrê Trablûsê dibe.

Artêşa Neteweyî ya Libyayê ya Heftar, dixwaze Trablûsê bistîne. Li gel şerê bejahiyê her wiha aliyên şer her roj êrîşên hewayî jî dibin ser hev. Li ser mirina sivîlan herdu alî hev tawanbar dikin.

Li Lîbyayê bi destwerdaneke NATO'yê ya 2011'an, piştî hilweşandina rejîma Muammer Qedafî koas didome.