Di şer de yê li Xezzayê bi kêmanî 37 mirî, 900 birîndar hene

Leşkerên Îsraîlê li ser xeta sînor a Xezzayê gule li xwepêşanderan baran. Hate diyarkirin ku bi kêmanî 37 Fîlîstînî mirine.

Beriya vekirina Balyozxaneya DYA’yê ya li Qudûsê li Xeta Xezzayê bi deh hezaran Fîlîstiniyan xwestin çalakiyên protestoyê li dar bixin. Li gorî hin agahiyên ji herêmê bi kêmanî 40 hezar Fîlîstînî tevlî çalakiyê bûne.

Dema ku kom nêzî bariyerên ewlehiyê bûne, gule li xwepêşanderan hatiye reşandin. Li gorî rayedarên Xezzayê bi kêmanî 37 kes mirine.

Rayedarên tendirustiyê yên Fîlîstînê ragihandin ku bi kêmanî 900 kes birîndar bûne û 450 kes gule li wan ketine.

Berdevkê hikumeta Fîlîstînê Yûsûf El Mûhammed diyar kir ku hêzên Îsraîlê qetlîam kiriye û bang li civaka navneteweyî kir ku bila vê hovîtiyê bidin sekinandin.