Li Xezzayê di şer de herî kêm 7 kes mirin

Beriya vekirina Sefaretxaneya Bilind a Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) ya li Qudsê, li Şerîda Xezzayê çalakiyên protestoyî hatin kirin. Leşkerên Îsraîlê gule li çalakiyan reşandin û herî kêm 7 kes mirin.

Beriya vekirina Sefaretxaneya Bilind a DYA ya li Qudsê, li seranserê sînorê Şerîda Xezzayê yê bi Îsraîlê re çalakiyên protestoyî hatin kirin. Çalakgeran dema ku hewl dan kom bi kom xwe nêzî bendên sînor bikin, şer derket. Li gorî rayedarên Xezzayê herî kêm 7 Fîlîstîniyan jiyana xwe ji dest dan.

Rayedarên tenduristiyê yên Fîlîstînê diyar kirin ku 500 kes jî birîndar bûne. Hate gotin, herî kêm 35 kes ji birîndaran bi fîşekê birîndar bûne.

Ji 30'ê Adarê ve dema ku Serokê DYA Donald Trump eşkere kir ku wê sefareta xwe bar bikin Qudsê, hejmara Fîlîstîniyên di xwepêşandanên Xezzayê de jiyana xwe ji dest dan bû 52.

Sefaretxaneya Bilind a DYA wê îro (Duşem) piştî nîvro bê vekirin. Keça Trump Ivanka Trump û zavayê wî Jared Kushner jî di nav de gelek rayedarên payebilind ên DYA'yî  wê tevlî merasîma vekirinê bibin. Piraniya nûnerên Yekîtiya Ewropayê wê tevlî merasîmê nebin.

Dagirkeriya Îsraîlê ya li Qudsê ji aliyê civaka navneteweyî ve nayê naskirin. Lê belê Trump piştî ku bû desthilatdar, Quds weke paytexta Îsraîlê nas kiribû. Li gorî hevdîtinên aştiyê yên navbera Îsraîl û Fîlîstînê yên sala 1993'an, statuya dawî ya Qudsê divê di qonaxên dawî yên aştiyê de bên nirxandin.