Di salvegera 32’emîn de karesata Çernobîlê

Beriya niha 32 sal berê karesateka nukleer a gelekî kambax pêk hat. Karesata Çernobîlê Ûkrayna, Belarûs û Rûsya jî tê de beşeke mezin a Ewrûpayê jehrî kir.

Ûkrayna di salvegera 32’emîn de karesatê bi bîr tîne. Serokkomar Petro Poroşenko li ser hesabê xwe yê facebookê peyamek weşand. Poroşenko got ku, “Wê Çernobîl di dilê welatê me de, her dem birîneke kûr be.” Poroşenko ji bo ku careke trajediyên bi vî rengî neyên jiyîn, banga bihistyariyê kir.

Bi şev bi sedan kes beşdarî merasîmê bibîranînê ya li Slavûtîçê bûn a ku 50 kîlometre dûrî santrala nukleer e.

Di 26’ê Nîsana 1986’an saet di 01.23’an de li reaktora nimareya 4’an a santrala Çernobîlê, di dema testa ewlehiyê de teqîneke mezin pêk hat. Sotemeniya di reaktorê de bi qasî 10 rojan şewitî û elementên radyoaktîf tevlî atmosferê bû. Li gorî texmînan maddeyên radyoaktîf li her dera Ewrûpayê belav bû.

Rêveberiya Moskovayê berê ev qeza veşart. Lê dema ku Swîsreyê elarma pêşîn a da raya giştî, 2 roj ji ser teqînê derbas bûbû. Swîsreyê di pîleyeke bilind de maddeyên radyoaktîf tespît kiribû. Serokê Yekîtiya Sowyetan ê wê demê Mîhaîl Gorbaçov di 14’ê Gulanê de daxuyanî da çapemeniyê. Di nava salan de li ser daîreyeke 30 kîlometre ya santrala nukleer 350 hezar kes hatin derxistin.

Di çar salan de ji bo tefandina agir, îzolekirina reaktorê û paqijkirina herêmê Sowyetê 600 hezar hemwelatiyên xwe şand herêmê. Ji nav van kesan 165 hezar kes seqet man.

Li gorî texmînan ji 30 hezarî heta 100 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan. Her sê reaktorên din heta Kanûna 2000’an elektrîk afirandin. Piştî nerazîbûnan di sala 2016’an de ser reaktora ku teqîn lê pêk hatibû mertaleke pola hate sazkirin. Maliyeta vî tiştî 2,1 milyar eûro girt û bi vê mertalê re rêjeya radyoaktîvîteya li dora santralê kêmtir bû.