Di sala 2018'an de 12 milyon hektar daristana tropîkal kêm bû

Li gorî raporeke ku hate weşandin, di sala 2018’an de 12 milyon hektar daristana tropîkal kêm bûye.

Rapora World Ressoûrces Înstîtûte (WRI) bi pêşengiya Global Forest Watch hate amadekirin.

Di raporê de hate diyarkirin ku di warê kêmbûna daristanên tropîkal de, sala 2018’an gelekî xerab e.

Li gorî raporê di sala 2018’an de 12 milyon hektar daristana tropîkal kêm bû. Ev qad bi qasî Nîkaragûayê ye.

Herî zêde li welatên Brezîlya, Endonezya, Komara Demokratîk a Kongoyê, Kolombiya û Bolîvyayê daristan kêm bûne.

Daristana tropîkal a bakîr a ku kêm bûye bi qasî Belçîkayê ye. Li Komara Demokratîk a Kongoyê jî daristan kêm dibin.

Hikumeta Endonezyayê tevdîrên pêwist digire. Ji ber nema zêde, agir bi daristanan nakeve. Lê tê diyarkirin ku bi Elnînoya sala 2019’an dibe ku ev rewş biguhere.

Herî zêde li Brezîlyayê daristan kêm bûne. Li Kolombiyayê jî leza kêmbûna daristanan di navbera salên 2017 û 2018’an de 9 ji sedî kêm bû. Li gorî lêkolînê ji ber ku di navbera tevgera gerîlayan a FARC û hikumeta Kolombiyayê de peymana aştiyê hatiye îmzekirin, ev jî bûye sedem ku têketina daristanan hêsantir bûye û ji ber vê jî daristan kêmtir bûne.