Di roja pêşî de têkilî bi Serokê Meclîsa Îranê re danî

Serokê Meclîsa Iraqê Muhammed Halbûsî yê ku hê nû hilbijartin, bi rêya telefonî bi Serokê Meclîsa Îranê Alî Larîcanî re axivî.

Mûhammed Halbûsî yê ku ji bo Serokatiya Meclîsa Iraqê hatibû hilbijartin, bi rêya telefonê bi Serokê Meclîsa Îranê Alî Larîcanî re axivî. Halbûsî di telefonê de ji ber piştgiriya rêveberiya Tehranê ya ji bo têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê ya li Iraqê spas kir.

Halbûsî Larîcanî vexwend Bexdayê û ji bo pêkanîna asayîşê ya li herêmê diyar kir ku ew dikarin bi Îranê re bixebitin.

Bal kişand ku Serokê Meclîsa Iraqê Mûhammed Halbûsî yê ku nû hate hilbijartin, hevdîtina pêşîn bi Serokê Meclîsa Îranê Alî Larîcanî re kir.