Di qezaya li Zîmbabweyê de 42 kes mirin

Li Zîmbabweyê di qezaya otobusê de hejmara kesên mirî bû 42.

Hate ragihandin ku tûpa rêwiyekê bûye sedama qezaya otobusê ya li başûrê Zîmbabweyê.

Li gorî daxuyaniya çavkaniyên polîsan ku ji AFP’ê re dayîn wiha tê gotin; “Hêzên me yên polîs li cihê bûyerê ne.”

Rojnameya The Herald a ku bi zimanê Îngîlîzî weşandê dike û ya dewletê ye li ser hesabê xwe yê twîtterê ragihand ku tûpa rêwiyekê bûye sedama qezayê ku di qezayê de gelek kes mirin û birîndar bûn.

Hefteya derbasbûyî li Zîmbabweyê 2 otobus li hev qelibîbûn û di encama qezayê de 47 kes mirîbûn.