Di navbeyna Ewropa û Îranê de li NY'yê rageşiya moşeka balistîk

Di nameya hevpar a Elmanya, Fransa û Brîtanyaya Mezin de ku ji NY'yê re şandine, hate gotin Îran bi zerengiya nukleer moşeka balistîk çêdike.

Di nameya hevpar de ku sê welatan ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonîo Guterres re şandin, hate gotin Îran li gorî pêşnûmeya wê biryarê tevnagere ku Konseya Ewlehiyê ya NY'yê ku Peymana Nukleer a 2015'an pejirandibû. Di nameyê de ya bi destxeta Elmanya, Fransa û Brîtanyaya Mezin hate xwestin ku Guterres dema ku rapor da hazirkirin bila diyar bike bê ka bernameya moşekên blastîk a  Îranê li gorî pêşnûmeya biryarê ya navborî ye yan na.

Di nameyê de cih dane wê îdîayê ku Îran moşeke balistîk a bi zerengiya nekleerê çêdike.

Wezîrê Karê Derve yê Îranê Cevad Zarîf derbarê vê îdîayê got, ev sê we welat di pêkanîna şertên Peymana Nukleer a 2015'an de bi ser neketine û 'ji bo vê veşêrin ev derewa bêhêvî' kirine.

Zarîf her wiha got, ''Heke ev sê welat li cîhanê dixwazin bibin xwedî hurmetê li şûna ku li ber zextên Emerîkayê serê xwe bitewînin, divê mafên xwe yên serweriyê bi cih bînin.''

Elmanya, Fransa û Brîtanya vê îdîayê dispêrin wêneyên peykê ku 22'yê Nîsanê li ser medyaya sosyal hatibû parvekirin û hatibû diyarkirin ceribandina guhartoyeke moşekên Şahab-3 ên bi menzîla navin ên Îranê ne.

Tê gotin ev moşek dikarin serikên nukleer ragirin û ev moşekên ku di şerê navxwe yê Yemenê de, ku milîsên Hûsî avêtibûn Siûdî bi menzîla hezar kîlometreyî ne. Hatibû îdîakirin ev du moşekên ku Tîrmeh û Tebaxê hatibûn avêtin Borkan-3 û Şahab-3 NE.