Di navbera Moskova û Îranê de peymana 'Yekîtiya Ekonomîk'

Yekîtiya Ekonomîk a Avrasyayê ya ku Rûsya pêşengiya wê dike, bi Îranê re pêşpeymanek îmze kir. Li gorî peymanê ew ê bi Tehranê re qadeke bazirganiyê ya serbest were avakirin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Karê Derve ya Kazakistanê peyman li Astanayê hatiye îmzekirin.

Yekîtiya Ekonomîk a Avrasyayê Moskova û gelek komarên Sovyetê yên kevn tîne ba hev.

Li gorî Wezareta Karê Derve ya Kazakistanê di peymanê de ev tişt heye ku ew ê baca gumrukê ya hin berheman heta sê salan were rakirin û di vê çarçoveyê de tê xwestin ku ‘peymaneke bazirganiyê ya serbest a giştî were îmzekirin.’

Serokê Lijneya Rêveber ê Komîsyona Ekonomiyê yê Avrasyayê Tîgran Sarkisyan got ku, ‘Muzakerevanên me peywirdar in ku heta sê salan ji bo endamtiya tam peymanê çêbikin.’

Vê peymana ku ji sala 2016’an ve tê amadekirin, balkêş e ku piştî peymana nukleer a DYA’yê tê îmzekirin.

Rûsyayê biryara DYA’yê şermezar kir û tevî welatên Ewrûpayê dixwaze peymana nukleer rizgar bike.

Yekîtiya Ekonomîk a Avrasyayê di navbera Rûsya, Kazakistan û Belarûsê di çarçoveya yekîtiya gumrukê ya sala 2015’an hate avakirin. Piştre Ermenistan û Kazakistan jî tevlî vê yekîtiyê bû. Di sala 2016’an de Vîetnam bû welatê yekemîn ku ji derveyî herêmê bûye endamê fermî yê vê yekîtiyê. Yekîtî di navbera welatên endam de, gerîna xizmet, sermaye û karkeran mîsoger dike.