Di krîza Wenezuelayê de qonaxa nû: Darbe!

Li Wenezuelatê dîsa hewldaneke darbeyê çêbû. Juan Guaîdo yê bi desteke Rojava bi komeke leşker derkete holê û bang li Wenezuelayiyan kir ku ''destliserdanînê bi dawî bikin''. Hikûmeta Madûr got,''darbe''.

Juan Guaîdo yê ku xwe mîna serokdewlet ragihandî û ji hêle gelek dewetan ve hatî naskirin bi navê ''azadî'' ''qonaxa dawî ya operasyonê'' da destpêkirin.

Guaîdo ku bi komeke leşker derketî holê, bang li gelê Wenezuelayê û artêşê kir ku ''destliserdanînê bi dawî bikin''. Guaîdo got, ''leşkerên wêrek'' li rex wî ne.

Wezîrê Ragihandinê yê rêveberiya Madûr bi daxuyaniyekê got ji bo leşkerên 'xayin' bêkarîger bikin wan operasyon dane destpêkirin.

Wezîr her wiha got ji bo ku hewldana darbeyê pûç bikin û ''berevaniyê li aştiyê bikin'' bang li gel kir ku amade bin.

Serokê Meclîsa Damezirîner Dîosdado Cabello ku nêzî Serokdewlet Nîcolas Madûro ye, bang li gelê Wenezuelayê kir ku li nêzî qesra seroktiyê komî ser hev bibin.