Di hilbijartinên Ermenîstanê de 2 Kurd bûn parlamenter
Di hilbijartinên giştî yên Ermenîstanê de, ji kontenjana hindikahiyan, 2 Kurdên di nava partiya Komarê ya Serokkomar Serj Sarkiyan de cih digirin hatin hilbijartin û bûn parlamenter.
Di hilbijartinên giştî yên Ermenîstanê de, ji kontenjana hindikahiyan, 2 Kurdên di nava partiya Komarê ya Serokkomar Serj Sarkiyan de cih digirin hatin hilbijartin û bûn parlamenter.
Hilbijartinên ji bo diyarkirina Meclîsa nû ya ji 131 endaman, di 2'ê Nîsana 2017'an roja Yekşemê de pêk hat.
Ji 2 mîlyon û 564 hezar 795 hilbijêrên qeydkirî, 1 mîlyon û 574 hezar 947 hilbijêr çûn ser sindoqan û dengê xwe dan.
Li gorî agahiyên ji aliyê Desteya Hilbijartinê ya Navendî ya Ermenîstanê ragihand, ji sedî 90 ê dengan hatin jimartin.
Di encamê de Partiya Komarê ya Ermenîstanê, ku Serokkomar Serj Sarkisyan serkêşiyê jê re dike, ji sedî 49,21 ê dengan girt û bû partiya yekemîn.
Li gorî encaman, Partiya Gulgulîstan a Ermenîstanê ya bi serokatiya dewlemendê Ermenîstanê Gagik Tsarûkyan ji sedî 27,38, Partiya Rêya Ronahiyê ji sedî 7,72, Partiya Federasyona Şoreşger a Ermenîstanê jî ji sedî 6,56 girtin û derbaskirina benda hilbijartinê ya ji sedî 5'an re cihê xwe di parlamentê de girtin.
Li gorî guhertina ku di sala 2015'an de di Destûra Bingehîn de hat kirin, 4 nûnerên kêmneteweyên li Ermenîstanê jî hatin hilbijartin.
Ji van 4 kesên bûn parlamenter 2 jê Kurd in.
Kurdên li Ermenîstanê dijîn, li ser navê civaka Êzidî û li ser navê Kurdan, di nava Partiya Komarê de 2 namzetên xwe nîşan dan.
Di encamê de Serokê Şêwra Kurdên Ermenîstanê Kinyasê Hasanov (Kinyasê Hemîd ê Fatê) li ser navê Kurdên li Ermenîstanê, Rostem Maxmûdyan jî li ser navê civaka Êzidî hatin hilbijartin.
KINYASÊ HEMÎD KÎ YE?
Kinyasê Hemîd di 17'ê Çileya 1945'an de li gundekî Kurdan ê bi navê Devexerabeyê yê paytext Êrîvanê ji dayik bû. Bav û kalên wî, piştî serhildana Şêx Seîd di sala 1926'an de ji Wanê tevî 4000 malbatên Kurd derbasî aliyê din ê Çemê Erezê bûn û li ser axa Ermenîstanê bi cih û war bûn. Di sala 1962'an de li nehiya Abovyanê bi madalya zêrîn dibistana navîn qedand û di sala 1962'an dest bi kar kir. Di sala 1964'an de dest bi Zanîngeha Ermenîstanê ya Dewletê kir û beşa aboriyê xwend. Di sala 1978'an de bi serketî zanîngehê diqedîne û li ser navê Lenîn xelat jê re tê dayîn. Kinyasê Hemîd ji sala 2007'an û vir ve Serokê Şêwra Kurdên Ermenîstanê ye.
ROSTEM MAXMÛDYAN KÎ YE?
Rostem Maxmûdyan di sala 1982'an de li herêma Aragatsotnê ya gundê Elegezê ji dayik bû. Di sala 2003'an de li Zanîngeha Dewletê ya Erîvanê beşa hiqûqê qedand. Li heman fakulteyê mastir kir û di sala 2008'an de doktora kir. Li Zanîngeha Erîvanê dersên hiqûqê dide. Heta niha 3 pirtûk li ser hiqûqê nivîsandiye. Zewiciye û bavê sê zarokan e.