Di G7 de ji bilî avhewayê li ser her mijarê li hev hate kirin

Di demekê de ku aloziya bazirganiyê ya navbera DYA û welatên din dewam dike, civîna bilind a G7 pêk hat. Ji bilî avhewayê di gelek mijaran de li hev hate kirin.

Civîna bilind a G7 li bajarokê La Malbaie ya Kanadayê pêk hat û serokên hikumet û dewletên endam; DYA, Kanada, Elmanya, Fransa, Brîtanya, Japonya û Îtalya tevlî bû. Tişta herî balkêş a civîna bilind ew bû ku Serokê DYA Donald Trump li benda merasîma girtina civînê nema û çû.

Donald Trump civîna bilind a 12'ê Hezîranê ya li Sîngapûrê bi lîderê Koreya Bakur pêk bîne weke hincet nîşan da û ji civîna bilind a G7 derket.

Rûsya, piştî ku sala 2014'an Qirim a Ûktraynayê tevlî axa xwe kir, beşdarî civînê nabe. Serokê DYA Donald Trump xwest, bi beşdariya Rûsyayê G8 bê avakirin, lê ev daxwaza wî nehate qebûlkirin.

Serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau ku malovanî ji civîna bilind re kir, di dawiya civînê de ragihand ku li ser 'daxuyaniya hevpar' li hev hatiye kirin û G7 a îsal 'serketî' derbas bûye. Trudeau got, "Me hêzên ku ji kapasîteya me ya hevkariyê bi şik û guman bûn, qanih kir."

Di daxuyaniya hevpar de bal hate kişandin ser girîngiya sîstemeke bazirganiyê ya navneteweyî ku xwe dispêre pîvanan. Her wiha li hev hate kirin ku Rêxistina Bazirganiyê ya Cîhanê (WTO) bê nûjenkirin û şertên bazirganiya serbest bêhtir bên parastin.

Di civîna bilind de li ser mijara avhewayê li hev nehate kirin. Hate ragihandin, ji bilî Donald Trump ku xwe ji Peymana Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî vekişand, hemû lîderên din ên G7 di mijara guhertina avhewayê de hemfikir in. Lê belê ji ber helwesta DYA di mijara avhewayê de li hev nehate kirin.

Welatên G7 her wiha ji Rûsyayê xwestin ku 'bes zerarê bingeha sîstemên demokratîk'. Di daxuyaniya hevpar de hate destnîşankirin ku wê bixebitin ji bo Îran nebe xwedî çeka nukleerî.