Di êrîşa li ser gundekî yê Bûrnûdiyê de herî kêm 26 kes mirin

Di encama êrîşa ji aliyê komeke bi çek ve ya li ser gundekî dikeve rojavayê bakurê Bûrûndiyê de, herî kêm 26 kes mirine.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hate kirin wiha hate gotin: “Terorîstên ku hatine vir û derbasî Komara Kongo ya Demokratîk bûne 26 kes kuştin û şewitandin, 7 kes jî birîndar kirin.”

Li gorî hikûmetê jî ev êrîş, ji bo refarma destûra bingehîn bandor bike pêk hatiye. Referandûma destûra bingehî a bi nakok ku wê 17’ê Gulanê bê kirin, wê xizmeta Serokkomar Pîerre Nkûrûnzîza yê ku wê heta sala 2034’an li ser desthilatê bimîne bike ye.

 Nkûrûnzîza ji sala 2005’an hata niha li ser desthilatê ye û dixwaze heta sala 2010’an li ser hev li ser desthilatê bimîne.

Nîsana 2015’an Nkûrûnzîza yê ku cara 3’emîn namzetiya xwe diyar kir, rê li ber kirîzekî mezin a siyasî vekir. Di xwepêşandanên li gelemperiya welat hatin kirin de herî kêm 1.200 kesî jiyana xwe ji dest dabû û 400 hezaran zêdetir jî neçarî koçberiyê hatin kirin.

Mala Çavdêriyê ya Mafê Mirovan HRW, di daxuyaniya xwe ya meha Nîsana borî de dayî diyar kir ku di referandûmê de zext zêde bibin û nerazîbûn nîşanî vê kiribû.