Di êrîşa li Kabîlê de 2 kes mirin, 73 kes jî birîndar bûn
Li paytexta Efganistan Kabîlê li nêzî cihê leşkerî ya DYE’yê vê sibê êrîşeke bombeyî pêk hat. Di êrîşê de 2 kes mirin û 73 kes jî birîndar bûn.
Li paytexta Efganistan Kabîlê li nêzî cihê leşkerî ya DYE’yê vê sibê êrîşeke bombeyî pêk hat. Di êrîşê de 2 kes mirin û 73 kes jî birîndar bûn.
Vê sibê li paytexta Efganistan Kabîlê komyonekî bombebarkirî hate teqandin û piştre komeke ji 7 kesan pêk dihat êrîş pêk anîn. Di êrîşê de 2 kes mirin û 73 kes jî birîndar bûn.
Rayedaran ragihadin ku her du kesên mirîne sivîlin û birîndar jî Efgan in.
Wezîrê Karê Navxweyî ragihand ku piştî êrîşê komeke çekdar êrîşî tesîseke tenduristiyê ku hê înşeat bû û li wir êrîşî derdor kirine.
Rayedaran ragihandin ku êrîşkar hatine kuştin.