Di erdheja Scîlyayê de bi kêmanî 10 kes birîndar bûn

Di erdheja li Sicîlya ya bi pileya 4,8 a piştî volkana çiyayê şewatek ê Etna ya li Îtalyayê û şûnde, bi kêmanî 10 kes birîndar bûn.

Li gorî ajansa nûçeyan a Ansa’yê, li herêma Sicîlya şeva Çarşemê bi pileya 4,8 erd hejiya. Hate ragihandin ku erd hejîn piştî teqîna çiyayêşewatek ê Etna ya roja Yekşemê û şûnde pêk hatiye.

Li gorî çapemeniya Îtalya bi kêmanî 10 kes birîndar bûne. Wezîrê Karê Hundir Matteo Salvînî diyar kir ku tu kes nemirine, tenê birîndar hene.

Di wêneyên li ser tevnên civakî û çapemeniyên herêmî hatin parvekirin de, li bajarê Catane yê dikeve rojhilatê Sicîlyayê ziyan gihiştiye gelek avahiyan.