Di dengdana derveyî Fransayê de namzetên Macron li pêş in

Ji bo tûra yekemîn a hilbijartinên giştî yên 11'ê Hezîranê yên Fransayê, dengdana li derveyî welat pêk hat. Hat ragihandin, di vê dengdanê de namzetên partiya Serokkomar Macron li peş in.

Di çarçoveya hilbijartinên Meclîsa Neteweyî ya ji 577 endaman, ku wê di 11 û 18'ê Hezîranê de bê kirin, hilbijêrên li derveyî Fransayê dijîn, di 3 û 4'ê Hezîranê de dengê xwe dan.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Hundir a Fransayê, ji bo 11 parlamenterên ji aliyê hilbijêrên li derveyî welat ve werin hilbijartin, rêjeya tevlîbûna li dengdanê 19,1 ji sedî ye.

Dengdan bi giştî li 717 lokalan hatin kirin. Di encamê de li 10 ji 11 herêman, namzetên Meşa Komarê (REM) ku partiya Serokkomar Emmanûel Macron e, bûn yekemîn. Namzetên REM'ê, li gelek herêmên hilbijartinê zêdeyî 50 ji sedî yê dengan bi dest xistin.

Lê belê, ji ber ku rêjeya tevlîbûnê ya li dengdanê kêm e, li 11 herêmên hilbijartinê divê tûra duyemîn a hilbijartinê were kirin. Encamên di tûra ewilî de derketin holê nîşan didin ku wê di tûra duyemîn de namzetên REM'ê herî kêm 10'an qezenç bikin.

Ji bo hilbijartina Meclîsa Neteweyî ya Fransayê, hilbijêr li 577 herêmên hilbijartinê diçin ser sindoqan ku 11 ji van li derveyî welat in. Ji bo hilbijartinê jî, di tûra destpêkê de lazim e herî kêm 25 ji sedî yê hilbijêrên qeydkirî dengê xwe bidin. Û 51 ji sedî yê vê rêjeya dengan, ji bo serketinê divê were bidestxistin.

Hemû namzetên di tûra destpêkê de herî kêm 12,5 ji sedî yê dengan sstandin, dikarin ji tûra duyemîn re bimînin.