Di bahoza Mîgûelê de 3 deryavan mirin

Li Fransayê ji ber bahoza Mîgûelê keştiyeke ya girêdayî şirketa rizgarkirina neteweyî noqî avê bû, 3 deryavan mirin, 4 jî bi avjeniyê xwe gihandin peravê û rizgar bûn.

Li gorî daxuyaniya walîtiya herêma Vandeeyê ji ber bahozê keştiyeke ya girêdayî SNSM’ê ya şirketeke ya rêzgarkirinê noqî avê bûye.

Walîtiyê ragihand di keştiya de 7 kes hebûn, 3 jê mirine û 4 jî rizgar bûne. Li gorî daxuyaniyê li peravên Sabloes d’Olonneyê, dema ku ji bo bi hewara keştiyeke ya masîvaniyê ve biçin, bi dûrahiya 800 metreyî ya ji peravê keştî noqî avê bûye.

Saziya meterolojiyê ya Fransa li navenda welat û rojavayê welat li deh bajaran zenga rengê pirteqalî da. Bahoza li gel baranê tê di saetê de 110 heta 120 kêlometreyî diçe. Zenga rengê pirteqalîn heta roja Înê wê saet 19:00’an bidome.