Dewleta Tirk girtiyekî din qetil kir

Dewleta Tirk, girtî Emre Abalak ê bi nexweşiya kanserê qetil kir, ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Şirnexê dîl dihate girtin.

Emre Abalak ê 26 salî, ku bi nexweşiya kanserê bû, li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Şirnexê hate qetilkirin. Malbatê diyar kir ku rayedarên girtîgehê gotine, Abalak beriya 2 rojan li banyoya girtîgehê ketiye, xwîn çûye ser mejiyê wî û li ser vê yekê ew rakirine Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê ya li Amedê.

Malbatê ragihand ku Abalak doh li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Cenazeyê Emre Abalak ê ji aliyê dewleta Tirk ve hate kuştin, doh êvarê li navçeya Silopiya ya Şirnexê hate veşartin.

Li Abalak 20 sal cezayê girtîgehê hatibû birîn û 6 meh berê hatibû girtin.