Dewleta Tirk êriş bir ser warê sivîlan ê li Rojava

Dewleta Tirk a dagirker li Girê Spî û Til Temirê bi çekên giran êriş bir ser warê sivîlan. Ji ber êrişê şewat bi gelek malan ket.

Li gorî çavkaniyên xwecihî, dewleta Tirk tevî komên xwe yên çete bi topan êriş birin ser gundên Ahmedî û Evdêkoy ên Girê Spî û Qibûr Qerajina yê Til Temirê.

Ji ber êrişê li gundê Qibûr Qerajina agir bi malên sivîlan ket.

Gelek sivîl neçar man ku malên xwe biterikînin.