Daxuyaniya ETA'yê ya li ser danîna çekan: Lîste sibe tê radestkirin
ETA, ku demeke dirêj ji bo azadiya welatê Baskê têkoşîna çekdarî meşand, ragihand ku wê sibe dest bi danîna çekan bike.
ETA, ku demeke dirêj ji bo azadiya welatê Baskê têkoşîna çekdarî meşand, ragihand ku wê sibe dest bi danîna çekan bike.
Nameya ETA'yê ya di vî warî de hat amadekirin, li qenala televîzyonê ya Îngilîz BBC hate weşandin. Di vê nameyê de hat ragihandin, wê lîsteya çekên di destê ETA'yê de ne û cihê va çekan sibe radestî dadgeriya Fransayê bê kirin.
Name bi zimanên Îngilîzî û Spanî hate weşandin. Di nameyê de, ji bo pêşî li provokasyonên gengaz were girtin, bang li hemû alîgirên aştiyê hat kirn ku sibe li bajarê Baskê Bayonne yê li başûrê Fransayê, dakevin kolanan.
LÎSTE WÊ BI NAVBEYNKARIYA AVAKARÊN AŞTIYÊ BÊ RADESTKIRIN
Hat ragihandin, ETA wê lîsteya li ser cihê çekên xwe, bi rêya nûnerên saziyên civaka sivîl a bi navê 'avakarên aştiyê' radestî dadgeriya Fransayê bike.
Di nûçeyên medya Fransayê de, ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên neteweperest ên Baskê, danûstaninên bi 'otorîteyên Fransayê' yên ji bo radestkirina çekan, dewam dikin.
BI SEDA ÇEK Û BI TONAN TEQEMENÎ
ETA, ku di şerê 40 salan ê welatê Baskê de cih girt, di Cotmeha 2011'an de ragihandibû ku ew têkoşîna çekdarî diqedîne. ETA'yê ji sala 2010'an û vir ve ti çalakiyeke çekdarî nekiriye.
Li girtîgehên Spanya û Fransayê, hê 350 endamên ETA'yê hene.
ETA'yê heta niha beşek ji çekên xwe bi rêya saziyên civaka sivîl radest kiribû. Herî dawî diyar kiribû, ku di meha Cotmehê de 145 debance li nêzî paytexta Fransa Parîsê radest kiriye.
Wezareta Karên Hundir a Spanyayê beriya niha îdîa kiribû, ku 2 heta 3 ton madeyên teqemeniyê yên ETA'yê, her wiha 300 çek û cebilxane hene.